Li Nisêbînê êrîşên li dijî taxên berxwedanê dewam dikin
Li Nisêbînê, polîsên Tirk bi maşînên zirxî dor li taxên berxwedanê Abdulkadîrpaşa û Firatê girtin û êrîşî taxan kirin.
Li Nisêbînê, polîsên Tirk bi maşînên zirxî dor li taxên berxwedanê Abdulkadîrpaşa û Firatê girtin û êrîşî taxan kirin.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî taxan dewam dikin. Polîsên Tirk bi maşînên zirxî dor li taxên berxwedanê Abdulkadîrpaşa û Firatê girtin û gule li taxan reşandin.
Maşînên zirxî yên li qada Newrozê bi cih bûn, Pira Ahmet Kaya û Kolana Şîrîn hedef girtin û gule lê reşandin.
Êrîşa hêzên dewletê dewam dike. Ji taxan jî dengê dirûşma "Bijî berxwedana Nisêbînê" bilind dibe.