Li Nisêbînê êrîş dijwar bûn, berxwedan didome

Êrîşên dewleta Tirk ên li hember Nisêbînê vê sibehê careke din dijwar bûn.

Li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîr ên girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji duh êvarî saet 21.00’ê ve qedexeya derketina kolanan hat îlankirin hê didome.

Polîs û tîmên taybet ku tax dorpêçkirin li ser Cadeya Çagçag a her çar taxan bi hev vedike wesayîtên zirxî bi cih kirin û taxan gulebaran dikin.

Li hember êrîşên ku tevahiya şevê dewam kirin, gel dest bi berxwedanê kir. Kurdistaniyan ji bo parastina taxan tevahiya şevê nobed girtin.

Êrîşên polîsan danê sibehê careke din dijwar bûn.