Li Nisêbînê çeteyên Qesrê derbeyan li ser hev dixwin

Li Nisêbînê di şerên navbera şervanên YPS û YPS-JIN’ê û hêzên dewletê de gelek tîmên taybet hatine kuştin û yek jê serpel 2 tîmên taybet jî bi giranî birîndar bûne.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê şerên dijwar diqewimin. Tîmên tevgera taybet ên ku xwestin bikevin Taxên Abdûlkadîrpaşa û Yenîşehîrê û şervanên YPS û YPS-JIN’ê de şer qewimîn.

Di şer de hate diyarkirin ku gelek çeteyên Qesrê yên tîmên taybet hatine kuştin û yek jê serpel û 2 tîmên taybet jî bi giranî birîdar bûne. Birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Şerên li navçeyê bi awayekî bênavber dewam dikin.