Li nêzîkî navenda Wanê şer

Li derdora Çiyayê Erekê ya li navenda Wanê dengê teqîn û çekan bilind bû.

Di saetên êvarê de li derdora Çiyayê Erekê ya li navenda Wanê ye dengê teqînan bilind bû. Piştî dengê teqînan, li herêmê dengê çekan hate bihîstin. Gelek wesayîtên zirxî sewqî herêmê hate kirin û her wiha li herêmê tevgera helîkoptera didome. Hate ragihandin ku ji herêmê dengê çekan hê jî bilind dibe.
Ji wesayîtên zirxî anonsên mîna “Bikevin hindirê malên xwe” û “Em ê serê we bişîknin” hatin kirin.
Gelên ku li avahiyên TOKÎ yên Kevenliyê xisitin di hindirê malan de. Nearamiya ku derdora avahiyên TOKÎ’yê dorpêç kirî didomin.