Li Newsûdê 2 kolberên din jî birîndar bûn; rewşa yekî pir giran e

Li herêma Newsûdê jî hêzên dewleta Îranê gule li kolberan reşandin. Di encamê de 2 kolber birîndar bûn ku rewşa yekî nebaş e.

Hate zanîn ku hêzên Îranê duh bi şev komeke din ê kolberan li xeta sînorî ya Newsûdê ya girêdayî navçeya Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê kirine armanc. Di encama gulebaran hêzên Îranê du kolber birîndar bûne.

Yek ji wan kolberan ku navê wî Muhemed Newsûdî ye pir bi giranî birîndar bûye û ew rakirine nexweşxanê.

Her wiha hate fêrbûn ku piştî vê bûyerê komek kolber bi armanca nerazîbûna xwe li hemberî kiryarên rejîma Îranê nîşan bidin daketin kolanan.