Li Minbicê û Dêrikê cenazeyên 8 şervanan hatin veşartin

Welatiyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û Minbicê cenazeyên 6 şervanên YPG/YPJ′ê û 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê, veşartin.

LI DÊRIKÊ CENAZEYÊ 6 ŞERVANÊN YPG/YPJ’Ê LI GORISTANA ŞEHÎD XEBAT HATIN VEŞARTIN

Bi hezaran welatiyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê û gundên girêdayî wê, cenazeyên 6 şervanên YPG/YPJ′ê Faqiya Reşo Zad (Kurdistan Sobol), Fatma Albak (Bêrîtan Albak), Ferhad Kan (Fîraz Xancibik), Nûredîn Koler (Hemze Gabar), Remedan Aslan (Stêrk Batman) û Masûm Dag (Çekdar Ayleh) li Goristana Şehîd Xebat a bajarê Dêrikê veşartin.

Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandara YPJ′ê Jîndar Amara axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Piştre jî nasnameyên şervanan hatin xwendin, radestî hevalên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.

LI MINBICÊ CENAZEYÊN EBÛD Û HEMÛD ÊN ŞERVANÊN MECLÎSA LEŞKERÎ YA CERABLÛSÊ HATIN VEŞARTIN

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Ebdulqadir Îsa (Ebûd) û Hemûd Şerîde (Hemûd) ên ku 27′ê adarê di berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Firatê ya bajêr wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û soza parastina welatê xwe û şopandina rêya şehîdên xwe da.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Arif Cadir axivî û diyar kir ku wan şervanan ji bo yekîtiya gelê herêmê, canê xwe feda kirin.

Piştre jî bi navê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Emel Bozkîc diyar kir ku şervanên azadiyê ruhê xwe fedayî axa welatê xwe kirin û jiyaneke azad û birûmet ava kirin. Emel wiha wiha got: ″Bi saya berxwedana têkoşeran, em bajarê xwe ava dikin, xwe bi rêxistin dikin û azad dijîn. Em soza şopandina rêya şehîdên azadiyê didin.″

Her wiha bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê Kîfa Elî û Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Îbrahîm Şêx jî sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin û soza şopandina rêya wan dan.

Di dawiya merasîmê de, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şervanan bi dirûşim û tilîliyan ve hatin veşartin.