BI DÎMEN

Li Minbicê depoya teqemeniyan a DAIŞ'ê bi dest ket!

Li depoya teqemeniyan, gelek mayîn û teqemeniyên malên dewleta Tirk û dewletên navneteweyî ne, hatin bidestxistin.

Li Minbicê derbeke din li çeteyên DAIŞ'ê hat xistin û depoya teqemeniyan hat bidestxistin.

Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku di 1'ê Hezîrana 2016'an de hat destpêkirin, mehek li dû xwe hişt. Di çarçoveya pêngavê de şervanan, depoyek ji cebilxane û teqemeniyên DAIŞ'ê bi dest xistin.

Li depoya teqemeniyan, gelek mayîn û teqemeniyên malên dewleta Tirk û dewletên navneteweyî ne, hat dîtin.

Lepik û maskeyên malên dewleta Tirk ên ji bo parastina ji kîmyasalê tên bikaranîn, TNT, hawan, katyûşa û gelek cebilxaneyên din ên malên dewletên navneteweyî, li vê derê hatin bidestxistin. Her wiha gelek mayîn û teqemeniyên çeteyan bi xwe çêkirine jî, hatin dîtin.

Çeteyan ev teqemenî û mayînên hatin bidestxistin, ji bo pêşî li pêşveçûna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bigirin, bi kar danîn.

Şervan her bi pêş ve diçin.