Li Minbicê cenazeyê Hecî Minbic hat veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê, cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Hecî Minbic ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbic û gundewarên wê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Debaa (Hecî Minbic) ê ku li bajarê Tebqayê jiyana xwe ji dest dabû, wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a Minbicê ve, ketin rê.

Li goristanê ji aliyê Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve merasîmekî leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Îbrahîm Xelef axivî û sersaxî ji malbata şervan re xwest û bal kişand ser berxwedana ciwanên herêmê ya li dijî çeteyên DAIŞ′ê. Xelef di berdewamiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre jî şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Rafid axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya hevalên xwe rizgarkirina tevahî axa Sûriyê, da.

Di dawiya merasîmê de, nasnameya têkoşer hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Piştre cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Debaa (Hecî Minbic) bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîdan a Minbicê hate veşartin.