Li Minbicê 35 çete hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke dijwar birin ser gundên li bakurrojavayê Minbicê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi tundî bersiv dan û di encamê de 35 çete hatin kuştin.

Komên çete yên DAIŞ’ê duh êrîşî gundên Bozgîç, Mişêrfet El-Biwêr û El-Dadat ên li bakurrojavayê bajarê Minbicê kirin.

Şerê ji ber vê êrîşê derket, heta danê sibehê dewam kir. Li gorî agahiyên berdest, 35 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û wesayîtek çeteyan hate rûxandin.

Piştî ku êrîşa dijwar a çeteyan hat şikandin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li vê qadê dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Li derdora gundê Îlan jî di navbera şervanên Minbicê û komên çete yên DAIŞ’ê de şerekî dijwar diqewime.