Li Miksê pêkanînên darbeyê

Li Miksê 23 xebatkarên şaredariyê bi hinceta ku tevlî daxuyaniyên çapemeniyê yên HDP’ê û DBP’ê bûne, ji peywirê hatin girtin. Diyar bû ku qeymeqam jî ferman daye melayan, ku li pêşiya HDP û DBP’yiyan nimêjê nekin.

Li navçeya Miksê ku beriya niha muxtar, mela û cerdevan bi hênceta ku sempatiya wan ji HDP’ê re heye ji peywirê hatibûn girtin, vê carê jî, bi hênceta ku tevlî daxûyaniya HDP’ê, DBP’ê bûne 23 xebatkarên şaredariyê, bi fermana Wezîrê Karê Hundir  ji peywirê hatin girtin.

Hikûmeta AKP’ê ku di hilbijatinên xwecih ên 2014’an de şaredarî bi dest DBP’ê ve berda, têkildarî Miksê polîtîkayên taybet dixebitîne. Piştî ku bi hênceta tevlî mîtîngên HDP’ê bûne çeka 7 cerdevanan ji wan hate standin, meha çûyî jî bi hênceta ku hezkirina wan ji HDP’ê re heye 3 muxtar ji peywirê hatibûn girtin û li şûna wan qeyûm hatibû danîn.

Qeymeqamê Tirk ê li Miksê Serhat Karabektaş ji par ve ku dest bi kar kiriye û heya niha bi polîtîkayên xwe dibe sedema nerazîbûna gel. Zextê li ser muxtar û cerdevanan dike. Diyar bû ku cejna bihurî ferman daye melayên ku li pêşiya DBP’yiyan nimêj kiriye û xwestiye ku careke dî li pêş wan nimêj neke. Dîsa ferman daye ku helîseya ku bi awayekî kevneşopî li mizgeftan tê xwarin êdî li qereqolana were xwarin, seraqet dengê xwe li xebatkarên cameweriyê dike yên ku slavê didine HDP’yî û DBP’yiyan û ji bo vê jî di navbera Miksiyan de ku piranî xizmên hev in arîşe derdikevin. Qeymeqamê ku dengê xwe li melayan dike ku li mizgeftên ku HDP’yî diçinê nimêj nekin, nayê zanîn bê ka vê cejnê jî wê vê helwesta xwe bidomîne yan na.

Wezareta Karê Hundir ku qîma xwe bi van nayîne, mohra xwe li tiştekî nû da. Wezareta Karê Hundir bi hênceta ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya HDP’ê bûne, 23 xebatkarên şaredariyê yên kadro, bi peyman û demdemî ji peywirê girtin.

‘EM NIKARIN BI MUXTARAN RE CIVÎNÊ BIKIN’

Endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBP’ê Ehdînur Elbît têkildarî mijarê got, ‘’Li navçeyê xizmên hev jî nema dikarin slavê bidine hev. Dixwaze ku em slavê nediye yek kesê HDP’yî. Muxtar ew çend hatine pirnisandin em nikarin muxtaran li hev bicivînin û civînekê bikin. Ji bo vê jî em nema dikarin xizmetê bikin. Li gel ku me xwest ku em bi qeymeqam re civînê bikin jî me nekarî em vê bikin.’’

Elbîr wiha domand: ‘’Melayê Mizgefta Navendî ji ber ku HDP’yî û DBP’yî hatin nimêja cejnê li pêşiya wan nimêj nekir. Qeymeqam wiha talîmat daye. Ji peywirê girtina 23 xebatkaran jî helwesteke despotîk e û em vê qebûl nakin. Bi kedkarên xwe yên ku ji peywirê hatine girtin, em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin.’’