Li Mexmûrê Meşa Meşaleyî: Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî Dehaqê serdemê serhildanek e

TJCM û TCM’ê bi boneya 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, li Wargeha Mexmûrê meşek meşaleyî lidar xist. Bang li ciwanan kirin ku hê xurtir tevlê serdema nû bibin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM), ji bo pîrozkirina 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê meşek meşaleyî hat lidarxistin.

Gelek ciwan û şêniyên Mexmûrê li ber Saziya Malbatên Şehîdan hatin ba hev, meşaleyên xwe pêxistin û dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Fermandarê Mezin Egîd û her wiha dovîzên ku li ser “Ji guleya yekem heta gerîlayên Serdemê, wê serketin mîsoger be” hatî nivîsandin, hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîlayan”, “15’ê Tebaxê li Rêber pîroz be”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Meş li ber Parka Şehîd Çîçek bi dawî bû û piştre daxuyaniyek hat dayîn.

Beriya daxuyaniyê ji bo bîranîna hemû Cangoriyên Têkoşîna Azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre endamê Saziya Ciwanan Sîpan Yaman daxuyanî xwend.

Yaman diyar kir ku di sala 39’an a Cejna Vejînê de, divê ciwan xurtir tevlî vê pêvajoya nû bibin.

Sîpan Yaman da zanîn ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan, li dijî Dehaqê serdemê serhildanek e û destnîşan kir ku ev Pêngava Şoreşgertî bi pêşengiya gerîlayên serdemê dubare dibe.

Endamê TCM’ê Sîpan Yaman di dawiya daxuyaniyê de di serî de ciwan, bang li gelê Kurd kir ku li dijî hêzên dagirker, rabin serhildanê û piştre 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê azadîxwaz pîroz kir.

Çalakî bi temaşekirina sînevîzyona têkildarî têkoşîna azadiya Kurdistanê bi dawî bû.