Li Mêrdîn, Gever, Amed û Stenbolê qetlîama li Konyayê hate şermezarkirin-HATE NÛKIRIN

Ji bo şermezarkirina kuştina 7 Kurdên li Merama Konyayê hatibûn qetilkirin, li Mêrdîn, Gever û Amedê çalakî hate kirin. Polîsan li Mêrdînê 3 çalakger destgîr kir.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê rêvebirên HDP'a bajêr, nûnerên sendîkayan û gelek welatî ji bo êrîşa nîjadperest a li Konyayê ku 7 ferdên malbata Dedeogûllari yya ji Qersê hatin kuştin, şermezar bikin li Parka Karayollariyê li hev kom bûn. Polîs biryara Walîtiyya Mêrdînê kir hincet û gotin, dê nehêlin daxuyanî bê dayîn. 

Lê girseyê tevî hemû astengiyan jî daxuyanî da û êrîşa nîjadperest şermezar kir. Piştî daxuyaniyê girse ber bi HDP'a bajêr ve meşiya. Polîsan mudaxileyî meşê kir û 3 kes destgîr kirin. Polîsan her 3 kesên destgîr kirin, li erdê dirêj kirin û destên wan ji paş de kelepçe kirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. 

AMED

Êrîşa nîjadperest a li navçeya Merama Konyayê ya li hemberî malbata Kurd Dedeogûllari, li semta Ofîsa navçeya Yenîşehîr a Amedê ji aliyê gel ve hate şermezarkirin. Gel dirûşmeyên "Kurdistan, gora faşîstan", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz dike û çalakiya xwe ya li Kolana Ekîncîlerê bi çepik û tilîliyan didomîne. 

Polîsan seranserê kolanê dorpêç kiriye. Esnaf jî tevli çalakiya gel bûn. 

Her wiha Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û parlementer jî tevli çalakiyê bûn. 

GEVER

Bi sedan kesên bi bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gever a Colemêrgê li hev kom bûn, komkujiya li Konyayê şermezar kirin. Gelek kesên li navenda navçeyê li hev kombûn, bi berzkirina dirûşmeyên "HDP gel e, gel li vir e", "Gever şiyar be, xwedî li vîna xwe derkeve" heya ber HDP'a navçeyê meşiyan. 

Bi sedan kes heya avahiya navçeyê meşiyan. Li vir Parlementerê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî axivî. Temelî got: "Duh 7 canên me, hevrêyên me û xwişk û birayên me kuştin. Ev ne bûyereke şexsî an jî hisûmetê ye. Demildest divê em ji vê ferasetê xelas bibin. Divê em li her derê mafê xwe yê siyaseta demokratîk bi kar bînin. Ya ku pêşî li ber van komkujiyan bigire, têkoşîna me ya ji bo aştî û demokrasiyê ye." 

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 

STENBOL

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li Qada Tunel a Taksîmê bi daxuyaniyek çapemeniyyê komkujiya li Konyayê şermezar kirin. Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, Tevgera Jinên Azad (TJA), parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevli daxuyaniyê bûn. Polîsan têketinên Tunelê bi wesayîtên zirxî girtin. 

Girse bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Dê dewlet kujer hesab bide" û "Li dijî faşîzmê mil bi mil" ket qadê. 

Pankarta ku navê kesên hatin qetilkirin nivîsandî û pankartên li ser "Li dijî nîjadperestî û faşîzmê em bibin yek. Bijî biratiya gelan" nivîsandî û dowîzên li ser "Gelê kurd ne bi tenê ye" û "Em ê hesabê 7 kurdên hatin kuştin bipirsin" nivîsandî hatin hilgirtin. 

Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, anî ziman ku dê li dijî feraseta yek ziman, yek netew, yek dîn bi feraseta biratiya gelan, karkeran û olan têbikoşin û got: "Em ê textê kesên xwînmij hilweşînin. Dê hemû gel û jin bên cem hev û dawî li feraseta netewe dewletê bînin." 

Paşê li ser navê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê Egecan Ozgur metna daxuyaniyê xwend. Ozgur, diyar kir ku êrîşên nîjadperest, êrîşine plankirî û organîzekirî ne û li avahiya HDP'a Îzmîrê qetilkirina Denîz Poyrazê bi bîr xist. 

Ozgur, destnîşan kir ku berpirsiyarê êrîş û komkujiyên li dijî gelan, kesên ev êrîşan organîze dikin, kesên bi zimanê nîjadperestî diaxivin bi xwe ne û got: "Gelê Kurd ji berê ve li dijî komkujiyan û nîjadperestiyê li ber xwe dide. Tu carî dev ji biratiya gelan, azadiyê berneda. Em ê jî li ber van êrîşan serî netewînin. Em ê ji bo edalet, azadî û jiyaneke birûmet, ji bo biratiya gelan û wekheviyê em ê têkoşîna xwe bilind bikin û ji heq van êrîşan derkevin." 

Piştî daxuyaniyê girse bi berzkirina dirûşmeyan û çepikan ber bi Qada Şîşhaneyê ve meşiya. Ciwan jî ji Qada Şîşhaneyê ber bi Kasimpaşayê û ji wir jî ber bi Taxa Haciahmet ve meşiyan û li vir meşa xwe bi dawî kirin.