Li Kerkûkê şerê dijwar
Li Taxa Esra Mahmûdî ya ku piraniya wê ji gelê Kakaî pêk tê û duh çeteyên DAÎŞ’ê êrîş kiribûyê, şerê dijwar diqewime.
Li Taxa Esra Mahmûdî ya ku piraniya wê ji gelê Kakaî pêk tê û duh çeteyên DAÎŞ’ê êrîş kiribûyê, şerê dijwar diqewime.
Duh di êrîşa çeteyan de gelek deverên li Kerkûkê ketibûn destê DAÎŞ’ê. Yek ji van jî Taxa Esra Mahmûdî bû ku piraniya wê Kakaî ne. Hin deverên Kerkûkê ji DAÎŞ’ê hatin girtin, lê li Taxa Esra Mahmûdî hê jî şerê dijwar didome.
Operasyona li Taxa Esra Mahmûdî ji hêla pêşmerge û gel tê lidarxistin.