Li Kerkûkê şer dewam dike

Şerê ku duh li Kerkûkê di navbera hêzên Kurd û çeteyên DAIŞ’ê de derketîn li taxên cuda yên bajêr dewam dike.

Şerê ku pişît êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên duh şev di saet 03:00’an de li Taxên Mecidiye, Esra Meqfûdîn, Hey Eskerî, Tesîn û Tomîzê yên navenda bajarê Kerkûkê despêkir û şûn de li 2 taxên bajêr hê jî dewam dikin.

Şerê ku ev 2 roj in li Taxa Mecîdiye ya nêzî Qelaya Kerkûkê destpê kirî heta saet 01:00’an jî dewam kir.Piştî ku gerîlayên li eniya Kerkûkê li gel hêzên Pêşmergeyan beşdarî şer bûn tax bi temam jî çeteyan hatin paqijkirin.

Di saetên sibehê de şer li Taxên Domîz û Esra Miqfûdîn ê dijwar bûn, agahiya êrîşekî din a şer jî ji gundên Mahmûdiye û Saraytepe a girêdayî Taxa Leyla ya Navenda Kerkûkê hate. Piştî şer li vir hate kirin û şûn de çeteyên ku xwestin bikevin navçeya bajêr li vir di nava pêşmerge û çeteyan de şer derket. Di vê şerî de 9 çete hatin kuştin.

Pêşmergeyan gudên Mahmûdiya û Saraytepe kontrol kirin, şerê ku li Domiz û Esra Meqfûdiyê derketî hê jî dewam dikin.

Li Taxa Domîzê çeteyên ku kete avahiya Asayîşê bombeya li ser xwe teqand, di şerê li vir de bi giştî 3 çete hatin kuştin. Avahiya Asayîşê dûbare kete destê pêşmergeyan. Di hema taxê de çeteyên ku xwe li dibistan Şehbayê bi cih kirin di navabera wan û Pêşmergeyan de hê jî şerê dijwar diqewimin.

...