BI DÎMEN

Li Kerkûkê Şehîdên Kakayî hatin bîranîn

Li Kerkûkê pêşmergeyên welatiyên Kakayî yên ku di necama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn.

Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê di 21’ê Cotmeha 2016’an de, di encama êrîşa berfireh a çeteyên DAIŞ’ê de nêzî sedan pêşmerge û welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo 8 pêşmergeyên Kakayî yên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dabûn di bîranîna li Salona Şehîd Şivan Talabanî ku li bajarê Kerkûkê ku ji aliykê Komeleya Yarsan ve hate lidarxistin hatin bîranîn.

Di bîranîna ku ji aliyê Komeleya Yarsan ve hate lidarxistin de, nûnerên partiyên siyasî, dezgehên civaka sivîl, rûspîiyên li bajêr û malbatên Kakayiyên ku jiyana xwe ji dest dabûn beşdar bûn.

Serokê Komeleya Yarsan di bîranînê de ewilê axifî û diyar kir ku Kakayî du caran şehîd ketine û wiha got: “Welatiyên Kakayî her demê ji bo xaka Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. Şehîdên me ji bo parastina xaka Kerkûkê di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd ketin. Di van êrîşan de me 8 şehîd dane. Ji bo wan me ev bernameya bîranînê li dar xist. Ev bîranîn li pêşberî xebata wan ne tişteke em çi bikin ji bo wan kêm e.”

 ‘DESTKEFTÎ Û SERKEFTINÊN KURDAN HATIN HEDEFKIRIN’

Bavê Akman ê ku yek ji kesên ku jiyana xwe ji dest dabû axivî û diyar kir ku dema 21’ê Cotmehê bûyer qewimî çû cihê erka xwe û got: “Di êrîşên DAIŞ’ê de hevjîna kurê min bi telfonê li kurê min geriya. Çeteyên DAIŞ’ê telefona kurê min radikin û ji bo hevjîna wî dibêjin ‘em hevjînê te kuştiye.’ Piştî vê bûka min xwe li vê yekê ranegirt û xwe întixar kir. 3 zarok sêwî ma.”

Rêveberê Tevgera Azadî Mamoste Aso Mihemed jî di bîranînê de axivî û sersaxî ji tevahî malbatên ku zarokên xwe di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd dane û bi tayber ji malbatên Kakayiyan re xwest û got: “Ev êrîş destkeftî û pêşî li serkeftinên Kurdan bigirin hate lidarxistin.