Li Kerkûkê li dijî çeteyan operasyona hevbeş

Fermandariya HPG'ê ya Kerkûk-Mexmûrê diyar kir, ku hêzên gerîla û pêşmerge li dijî çeteyên li Kerkûkê êrîş kirin, derketine operasyoneke hevbeş.

Fermandariya HPG'ê ya Kerkûk-Mexmûrê diyar kir, ku hêzên gerîla û pêşmerge li dijî çeteyên li Kerkûkê êrîş kirin, derketine operasyoneke hevbeş. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gundê Mirê ji çeteyan hatiye paqijkirin û gelek çete hatine kuştin.

Fermandariya HPG'ê ya Kerkûk-Mexmûrê, der barê operasyonê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî bi raya giştî re parve kir:

“Di 5-6’ê Tîrmehê de saet di 00.00’an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Mirê û Şehîdan ên navçeya Kerkûk Tilerde kirin. Di encama van êrîşan de çeteyan gundê Mirê dagir kirin. Hêzên me yên gerîlayan û pêşmerge bi awayekî hevbeş saet di 05.00'an de li dijî çeteyan operasyon pêk anîn û gundê Mirê ji çeteyan paqij kirin. Çeteyên li dora van gundan, di encama operasyona hevpar û êrîşa bi bandor de ji herêmê hatin derxistin.

Hêzên me yên gerîlayan di van operasyonan de 5 çete kuştine û li gorî agahiyan hejmara miriyên çeteyan nêzî 20’î ye.

Her wiha di çalakiyê de çekek kleşê, 13 şarjor, 2 bombeyên destan, 120 guleyên kleşê û telefonek hatine desteserkirin."