Li Hezexê YPS Jin ava bû

Li dijî êrîşên li hemberî vîna xwerêveberiyê ya gelê Kured, li Hezexê Yekîneyên Parastina Sivî ên Jin (YPS Jin) ava bû. YPS Jin destnîşan kir, ku ew ê li dijî êrîşan têkoşînê xurt bikin.

Li navçeya Şirnex Hezexê, ku li hemberî dorpêçî û êrîşên li dijî qadên xwerêveberiyê bi rojane li ser piyan e, Yekîneyên Parastina Sivîl ên Jin (YPS Jin) ava bû. Îlana YPS Jin bi merasîmekê ku endamên wêl ê amade bûn hat ragihandin. Di daxuyaniya li vê derê de, têkoşîna li hemberî pêkanînên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewlet bi salane dimeşîne hat bibîr xistin û hat gotin, "Di serî de gelê Bakurê Kurdistanê tevahiya gelê Kurdistanê ji bo jiyaneke bi rûmet berxwedaneke bi heybet nîşan da û di roja îro de ev berxwedan mezintir kiriye, li çiya, deşt, bajar û gundên Kurdan belav kiriye."

Di dewama daxuyaniyê de, êrîşên dewletê yên li hemberî qadên xwerêveberiyê hatin bibîrxistin û hat gotin, "Dewleta Tirk a dagirker, bi artêş û hikûmeta xwe re, vîna xwerêveberiyê ya gelê me hezm nekiriye, bi dorpêçkirina bajar û navçeyên Kurdistanê re dest bi qetilkirina zarok, extiyar, jin, zilam hemû sivîlan kiriye."

EM Ê BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN

Daxuyaniya YPS Jin bi vî rengî dewam kir: "Li dijî komkujiyên tên kirin, ji bo parastina hebûn û xwerêveberiyên xwe, ji bo xweparastinê, ji bo rêxistinbûyîneke xurttir û ji bo parastina xwe li dijî her şêwe êrîşên fîzîkî, li hemberî qirkirina çandî û ji bo parastina mafê jiyanê em radigihînin ku di bin navê yekîneyên YPS Jin de em ê berxwedana xwe xurttir bikin. YPS Jin di serî de ji bo azadiya Rêber Apo wê ji bo azadiya hemû jinan têbikoşe, jina Kurd a azadbûyî wê bibe Kurdistana azad."

Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku di bin sîwanê yekîneyên YPS Jin de xwe bi rêxistin bikin.

Merasîm bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî azadiya Kurd û Kurdistanê", "Bijî Xweseriya Demokratîk" û "Bijî YPS Jin" qediya.