Li Hewlêrê 3 hevparên hikûmetê dicivin

Li Başûrê Kurdistanê, ji bo nirxandina krîza siyasî û astengiya hêzên PDK'ê ya derxistin pêşiya Serokê Parlamentê, partiyên YNK, Yekîtiya Îslamî û Civata Îslamî hatin cem hev û wê helwesteke hevpar nîşan bidin.

Li Başûrê Kurdistanê, ji bo nirxandina krîza siyasî û astengiya hêzên PDK'ê ya derxistin pêşiya Serokê Parlamentê, partiyên YNK, Yekîtiya Îslamî û Civata Îslamî hatin cem hev û wê helwesteke hevpar nîşan bidin.    

Di civînê de wê alîkarê yekemîn ê Sekreterê Giştî yê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Kosret Resûl Elî, Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Mihemed Ferec û Serokê Partiya Civaka Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr, amade bin.

Piştî ku PDK'ê da xuyakirin ku wan tevgera Goran ji hikûmetê avêtine û hikûmeta nû wê bê Goran pêk were, civîna yekemîn e ku di navbera van partiyan de pêk tê. Weke ku tê zanîn, Serokê Parlamentê Dr. Yûsûf Mihemedî duh xwest ji Silêmanî biçe Hewlêrê lê li pêşiya Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hat sekinandin û destûr jê re nehat dayîn ku bikeve nava bajêr.

WEZÎRÊN GORAN BI AWAYEKÎ FERMÎ JI WEZÎFEYÊN XWE HATIN DÛRXISTIN

Sefîn Dizayî yê PDK'yî bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî bi awayekî fermî li wezîrên Tevgera Goran geriya ye û ji wan xwestine ku dest ji wezîfeya xwe berdin û mezbatayên xwe radest bikin. Dizayî ragihand ku li şûna wezîrên Tevgera Goran, musteşarên li wezaretan, ji bo demekê hatine wezîfedarkirin.