Li Hesekê protestoya tecrîdê

Li Hesekê di pêşengiya YCRK'ê bi sedan ciwanan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Li Hesekê di pêşengiya YCRK'ê de  bi sedan ciwanan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Li bajarê Rojava Hesekê di pêşengiya Yekîtiya Cîwanên Rojavayê Kurdistanê (YCRK) tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi girseyî hat protestokirin.

Di çalakiya bi dirûşma, “Ji Tecridê re na, li Rêbertiya xwe xwedî derkeve”  pêk hat de wiha hat gotin: “Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek çawa 2013’an aştî dixwest îro jî ji bo wê dixebite. Lê tevî wê jî dewleta Tirk ev 5 meh in nahêle Rêber Apo bi kesî re hevdîtinê bike.  Ev jî nêzikatiya dewleta Tirk li beramberî aştî û Rêber Apo radixe ber çavan. Ev di heman demê de nîşaneya polîtîkayên înkara Kurdan e jî.”

Di heman demê de di daxuyaniyê de behsa êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê jî hat kirin û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk destketiyên Kurdan ên Rojava û Bakur hedef digire. Bi vê rêyê dixwaze vîna Kurdan bişkîne. Lê gelê me da nîşandan ku li hember her cure êrîşan kare li ber xwe bide.”

Herî dawî ciwanan hişyariyek dan dewleta Tirk û gotin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti caran napejirînin û wiha gotin: “Ji bo vê em amade ne berpirsiyarî û erkên bikevin ser milên xwe pêk bînin.”

Piştre ciwanan bi dirûşmên, “Bê Serok jiyan nabe” daxuyaniya çapemeniyê bi dawî kirin.

...