NÛ BÛ

Li Hesekê agirbest hat ragihandin

Li Hesekê, piştî şerê 8 rojan agirbest hat ragihandin.

Li Hesekê, piştî şerê 8 rojan agirbest hat ragihandin.

Li bajarê Hesekê di nava 7 rojên dawî de, di navbera şervanên YPG/YPJ, Asayîş/Hêzên Parastina Civakî û hêzên rejîma El-Baas, çeteyên wê, hêzên Îranî û Hîzbûllah a Lubnanê de şerekî dijwar hebû. Hêzên YPG û Asayîşê di van rojan de gelek nuqteyên girîng û stratejîk rizgar kirin.

Piştî ku başûrê Çemê Xabûrê bi temamî hate rizgarkirin rûspî, eşîreyên herêmê û hin dewlet ji bo sekinandina şer ketin nava hewldanan. Ji ber vê yekê duh bi şev saet di 02.00 de agirbest hate îlankirin.

Yek ji mercên vê agirbestê ew e ku hêzên rejîma El-Baas û çeteyên wê ji bajarê Hesekê derkevin û hêzên Asayîşa Rojava bajêr biparêzin.