Li hemberî Midûriyeta Polîsan a li Cizîrê çalakiya bombeyî

Li hemberî Midûriyeta Hêzên Polîsan ên li Cizîrê û benda kontrolê ya polîsan, bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek hat lidarxistin. Tê gotin, di encama çalakiyê de gelek polîs mirin e.

Li navçeya Cizîrêya Şirnexê îro danê sibehê saet di 06:40 de li hemberî Midûriyeta Hêzên Polîsan bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek hat lidarxistin.

Li gorî agahiyan, di encama çalakiyê de gelek polîs mirin e û birîndar bûne. Ji ber dijwariya teqînê li taxên Nûr, Cûdî, Konak û Dîcleyê camên gelek xanî û kargehan şikestin.

Gelek ambûlans û arkujan berê xwe dan cihê Midûriyeta Polîsan.

Li dû çalakiyê, gelek maşînên zirxî li herêmê ketin nava tevgerê.