Li hember çeteyên Rojhilatê Efrînê operasyon

Hêzên YPG diyar kir ku roja 8’ê Sibatê di oparasyona li hember çeteyên Ehrar El Şam û El Nûsra yên dikevin Rojhilatê Efrînê li dar xisitin de, gelek endamên çeteyan hatin kuştin.

Hêzên YPG diyar kir ku roja 8’ê Sibatê di oparasyona li hember çeteyên Ehrar El Şam û El Nûsra yên dikevin Rojhilatê Efrînê li dar xisitin de, gelek endamên çeteyan hatin kuştin. 

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û wiha diyar kir: “Hêzên me roja 8’ê Sibatê  li hember çeteyên Ehrar El Şam û El Nûsra yên dikevin Rojhilatê Efrînê oparasyonek li dar xistin. Gundê Cemîl Dêr ê ji bo çeteyan cihekî stratejîk bû, di oparasyona hat lidarxistin de bi serkeftî encam girt. Hêzên me di demek kurt de gund ji çeteyan rizgar kir. Di vê oparasyonê de hêjmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zalalkirin.

Di 8’ê Sibatê saet di navbera 06:00- 08:00 ‘an de çalakiyek bi çekên giran û hewanan li hember çeteyên DAÎŞ’ê yên li gundewarê Eyn Îsa yê girêdayî Kobanê hat lidarxistin. 

Di heman rojê saet 12:00’ an de çeteyên DAÎŞ’ê yên li başûrê gundewarê Eyn Îsa ê di amadekariyên êrîşê de bûn, xwestin mayînê biçînin û ev bi wan de teqiya. Di teqînê de hat diyar kirin ku gelek mirî û birîndarên çeteyan heye.”