Li Heftanîn keşf

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bênavber didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku artêşa Tirk keşfan didomîne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di navbera 22’ê Gulanê saet 21:00 û 23’ê Gulanê saet 10:00’an de li ser herêma Heftanîn a yek ji Hêrêmên me yên Parastinê yên Medya, pêgerên hewayî yên bê mirov bi armanca keşfê geriyane.

22’ê Gulanê saet di navbera 16:00 - 19:00’an di navbera Qereqola Êrîş a li ser xeta herêma Zapê û Qereqola Şkêra ya artêşa Tirk berê vala kiribû, dîsa heman rojê saet di navbera 09.00-19.00 de li navenda Çewlikê û navçeya Gimgim a Mûşê tevgera leşkerî bi awayekî zêde pêk hatiye û sewqiyata leşkerî hatiye kirin.

22’ê Gulanê danê sibehê di rêya navbera navçeya Tetwan a Bedlîsê û Wanê de artêşa dagirker a T.C. li gelek nuqteyan bi wesayîtên zirxî nuqteyên kontrolê danîne.”