Li HDP'ê qedexe ye, lê Delî Emîn serbest e

Walîtiya Tirk a li Wanê, bajar li çalakî û mîtîngên HDP'ê qedexe kir. Lê belê Şaredariya Westanê ya AKP'yî di bin navê 'Festîvala bisikletan a Delî Emîn' çalakiyekê lidar dixe.

Walîtiya Tirk a li Wanê, beriya mîtîngên Hevserokên HDP'ê da xuyakirin, ku di navbera 26'ê Gulanê û 4'ê Hezîranê de çalakiyên li bajêr hatine qedexekirin. Lê belê tevî vê qedexeyê jî Şaredariya Westanê ya AKP'yî di bin navê 'festîvala bisikletan a Delî Emîn' çalakiyekê lidar dixe.

Şaredarê Westanê yê AKP'yî Sînan Hakan banga tevlîbûna festîvalê kir. Tê meraqkirin, gelo Walîtiya Tirk a li Wanê hemû çalakî qedexekir, wê li hemberî vê yekê helwesteke çawa nîşan bide.