Li gundên Licê, Pasûr, Farqînê “Qedexeya derketina kolanan” hate îlankirin

Li gelek gundên navçeyên Licê, Pasûr û Farqînê yên Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve qedexeya derketina kolanan hate îlankirin.

Qedexeya li gundê Xirabê Bava yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê  ev 14 roje didome, vê carê jî  ji aliyê  Walîtiya Amedê ve li herêmên navçeyên Licê, Pasûr, Farqînê ji saet 16.30’an şûnve “Qedexeya derketiya kolanan” hatiye îlankirin.

Bi fermana Walîtiyê ve li taxên  Dolaplidere, Dagcilar, Mutluca û Çaldere yên girêdayê navçeya Farqînê, gundên Kiyikoy,Dallica, Turelî û Kutlu yên girêdayê naçeya Lîceyê û gundên Demîrlî, Taşkopru yên girêdayê navçeya pasûrê  “Qedexeya derketina kolanan” hatiye îlankirin.

Çapemeniya alîgirê Hikûmetê jî daxuyaniya Walîtiyê wek “Operasyonekî Giştî” binavkirin  û weşandin.