Li gundê Bir El Kûsayê bi dehan sivîl hatin qetilkirin

Di êrîşa artêşa Tirk a li dijî gundê Bir El Kûsa de, ku bi kîlometreya li başûrê Cerablûsê ye, herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Artêşa Tirk danê vê sibehê li gundê Bir El-Kûsa ku bi 13 kîlometreyan li başûrê Cerablûsê, bi 6 kîlometreyan jî li bakurê Çemê Sacûrê ye, komkujî kir.

Artêşa Tirk bi tank û balafirên şer li vî gundî xistin. Di vê êrîşê de herî kêm 40 gundiyan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 50 sivîl jî birîndar bûn.

Vê komkujiya ji aliyê artêşa Tirk ve hat kirin, li medya cîhanê deng veda. Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk û medya Tirk jî sivîlên hatin qetilkirin weke 'PYD'yî nîşan dan.

Artêşa Tirk û çeteyên wê, ji duh ve êrîşî gundên di bin kontrola şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê de ne, dikin.