Li Girtîgeha Şirnexê îsyan: Girtiyekî jiyana xwe ji dest da

Li Girtîgeha Şirnexê, girtiyên ku demeke dirêj e nikarin malbat û parêzerên xwe bibînin, îsyan kirin. Di dema îsyanê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da.

Li Şirnexê, ku qedexeya derketina derve lê dewam dike, girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê îsyan kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, girtiyên ku ev demeke dirêj e nikarin parêzer û malbatên xwe bibînin, beşek ji girtîgehê dan ber agir. Ji ber şewatê gelek girtî bi jehrê ketin û gelek ambûlans çûn cihê bûyerê. Girtiyên bi jehrê ketin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li girtîgehê rewşa awarte dewam dike. Ji ber şewatê girtiyek navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê girtî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.