Li Girê Spî dibistan û gundekî Tirkmen

Dadat gundekî Tirkmen e ku bi 10 kîlometreyan li rojhilatê Girê Spî ye. Dadatiyên ku bi salan ji neçarî bi Erebî perwerde bûn, niha ji bo rojekê jî be bi Tirkmenî xwe perwerde dikin.

Dadat gundekî Tirkmen e ku bi 10 kîlometreyan li rojhilatê Girê Spî ye. Beriya çeteyên DAIŞ'ê herêmê talan bikin, li gelemperiya Reqqayê 65 hezar, li Girê Spî jî 35 hezar Tirkmen diman.

Li bajarokê Girê Spî 16 gund hene. Tirkmen in, lê ji ber ku rejîmê destûr neda wan ji bo zimanê xwe hîn bibin, bi Erebî daxivin. Tirkmenên bi sedan salan li vê axê dijîn û bi zimanê xwe nav li gundên xwe kirine, dibêjin ku di dema rejîmê de navên gundên wan hatine guhertin. Yek ji gelên ku hikûmeta navendî ew nepjirand, Tirkmen in. Rejîmê mûxalîf kir hincet û zext û sirgûn li ser Tirkmenan ferz kir. Ji ber vê yekê di nava Tirkmenan de hejmara mirovên xwende, kêm e. Rejîma Baas, Biratiya Misilman kir hincet û di salên 80'î de zexteke giran li Tirkmenan kir. Tirkmen dibêjin ew ne ji îxwan in. Tê gotin, bi qasî 15 hezar Tirkmen bi çeteyên DAIŞ'ê re tevdigerin. Yên li derveyî wan jî, ji bo ji çeteyan rizgar bibin, koçî Tirkiyeyê û welat û herêmên din kirine.

'NAKOKIYA WAN A BI AXA RE, BÛ SEDEM KU KOÇÎ CIHEKÎ DIN BIKIN'

Dadat gundekî Tirkmen e ku ji sed malbat û derdora 500 kesî pêk tê. Di sala 1947'an de ji ber ku erdê wan ê li bajarokê bi navê Dadat ê li aliyê Minbicê tine bû, ji ber narkokiya wan a bi axa re li Girê Spî erd kirîn û bi cih bûn.

Gundî der barê dîroka xwe ya kevn de zêde agahiya xwe nîne. Ya ku tê bîra wan, tenê bîranîna wan e. Dadat gundekî belawela ye ku di nava deşteke dûz de ye. Gundî bi çandina genim, ceh, pembû û sîrê debara xwe dikin. Gundiyên Tirkmen ên berê jî koç kiribûn, herî zêde ji ber ku ji DAIŞ'ê reviyan koç kirin. Çeteyên DAIŞ'ê jî bi hinceta 'hûn alî Kurdan dikin' zext li Dadatiyan kirin. Ji vî gundî kesek tevlî nava DAIŞ'ê nebû. Lê belê tê zanîn ji nava gundiyên Tirkmen ên li Girê Spî gelek kes tevlî bûn.

'BI SALAN JI NEÇARÎ BI EREBÎ PERWERDE DÎTIN'

Dibistana seretayî ya gundê Dadatê ji dema rejîmê maye. Ji ber hejmara zêde ya gundiyan Dadat veguheriye gundekî navendî û rejîma Baasê dibistana seretayî li vî gundî çêkiriye. Hemû gundên din ên li dora gundê Dadatê, gundên Ereban e. Li gund, zarokên ji du gelên cuda, bi zimanê Erebî perwerde dîtin. Ji bilî Dadatê zarokên ji çend gundên Ereb jî tên vî gundî. Ev gund jî Mişrefa Şêx, Ahmed, Babat, Serdet, Cindavî, Seîde ne. Li dibistana gund niha bi qasî 200 xwendekar perwerdeyê dibînin. 5 mamoste li dibistanê hene, ku 4 ji wan ji in. Mamosteyên wan hemû ji gundê Dadatê ne û ji aliyê şoreşê ve hatiye amadekirin.

Dibistana ku piraniya xwendekarên wê Ereb in, mîna li her cihî di 19'ê Îlonê de vebû. Xwendekar saet di 08:00 de dest bi dersan dikin û piştî nîvro diqedînin. Dersên Matematîk, cografya, dîrok, wêne, muzîk, ziman û sporê tên dayîn.

Bi giranî bi zimanê Erebî perwerde tê dayîn. Lê rojê bi saetekê bi zimanê Tirkmenî perwerde tê dayîn. Xwendekarên Ereb jî perwerdeya bi zimanê Tirkmenî dibînin.

Ev dibistan di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de hatibû girtin û malzemeyên wê jî zerar dîtibûn. Mamoste dibêjin, beriya destpêkirina zivistanê ew ê hem derveyî avahiya dibistanê hem jî hundirê wê temam bikin.

Sinif li gorî hejmara xwendekaran tên bikaranîn. Li dibistanê, zarok hem li bêhndanê, hem li sinifan, hem li salona dibistanê, hem jî li hewşa dibistanê, bêyî ziman û reng ji wan re bibin asteng, bi hev re bi kêfxweşî dilîzin. Bi zimanê Tirkmenî û Erebî daxivin. Zarokên ku di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de nekarîbûn biçin dibistanê, niha heyfa wan rojan hiltînin.

...