Li Girê Spî cenazeyê 3 şervanên QSD’ê hatin veşatin

Welatiyên Girê Spî cenazeyên 3 şervanên QSD’ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Mehmûd Teime hatin veşartin.

Weşatiyên Girê Spî cenazeyên şervanê QSD`ê Cahîd, Îsa Alî Bacliye û Îsa Alî ku di Pêngava Xezeba Firatê ya 4’emîn de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Girê Spî bi karwanekî wesayîtan girtin û ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Teime ve bi rê ketin.

Piştî ku karwanê şehîdan gihişte goristanê ji aliyê şervanên Erka Xweparstinê ve marasîmekî leşkerî hate lidarxistin.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîde El-Ebid û li ser navê PYD`ê Dilbirîn Yûsif û li ser navê Kongreya Star Îlham Ehmed axivîn.

Her wiha bavê şehîd Cahid Xelîl El-Ebîd axivî û got:ʺ Divê gelên Bakurê Sûriyeyê bi hev re li hemberî dijminên destdirêjiya xaka wan dike, têbikoş in.ʺ

El-Ebîd di berdewamiya gotinên xwe got ku divê her kes rêya şehîdan bişopîne û xaka xwe biparêze.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, nasnameya cangoriyan ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Cemîle Mihemed ve hat xwendin û radestî malbata wan hat kirin.

Piştî merasîmê cenazeyê şervanan bi bilîlî û dirûşman hatin veşartin.