Li Geverê terora dewletê: Ciwanek hat qetilkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên duh li Geverê giran bûn, heta ber destê sibehê dewam kirin. Di van êrîşan de ciwanek hat qetilkirin. Gelê Geverê li dijî terora dewletê li ber xwe dide.

Li navçeya Colemêrg Geverê, ku ji duh êvarê û vir ve topên hawanê li ser dibare, hêzên dewletê bi şev êrîşî taxên Esentepe, Esenyûrt û Gungorê kirin. Ji maşînên zirxî bi çekên giran gule li taxan hatin reşandin. Tabûra Efeler jî topên hawanê avêt taxên Esentepe û Esenyûrtê.

CIWANEK HAT QETILKIRIN

Gel li hemberî êrîşan daket kolanan û bi çalakiya dengderxistinê re li ber xwe da. Li taxa Esentepeyê, ji ber êrîşa hêzên dewleta Tirk, ciwanê bi navê Osman Alici hat qetilkirin. Gel cenazeyê Alici rakir malekê. Êrîşên bi dehan maşînên zirxî yên li hemberî taxê û berxwedana gel a li dijî van êrîşan didome.

ÊRÎŞA BI HAWANAN DEWAM KIR

Li hemberî taxên Orman; Eskî Kişla, Dîze, Mezarlik, Gungor, Zagros, Esenpteye û Esenyûrtê, êrîşa bi topên hawanê bi şer dewam kir û gelek ji van topan li malan ketin. Bi şensê tiştek bi kesî nehat, lê xisareke mezin li malan çêbû.

YPS Û YPS JIN LI DIJÎ ÊRÎŞAN DEST BI BERXWEDANÊ KIRIN

Hêzên dewletê yên êrîşên xwe yên li hemberî taxa Gungorê didomînin, hewl didin bi gulereşandina bi çekên giran bikevin nava taxê. Hêzên YPS û YPS Jin jî bersivê didin êrîşa dewletê û li ber xwe didin.