Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Eşrefiyê 2 çete hatin kuştin

Komên çete 2’yê Gulanê li hember cadeya Mûxaberat a herêma Eşrefiyê ya Helebê êrîşek pêk anîn, li ser bersivdayîna hêzên YPG’ê şer derket. Di şer de 2 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku êrîşên çeteyan a li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomin.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye: “Êrîşên hevbeş ên çeteyên di bin sêwana koalîsyona Suriyeyê de wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî tevdigerin, li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.

2’yê Gulanê çeteyan ji herêma Eşrefiyê li dijî cadeya Muxaberat a Taxa Şêx Meqsûdê êrîşek li dar xistin. Piştî bersivdayina hêzên me li qadê şer qewimîn. Di van şeran de qasî hat zelalkirin 2 çete hatin kuştin.

Hevalekî me ku di şikandina êrîşê çeteyan de rolek girîng lîst gihişt şehadete.

2’yê Gulanê saet 09.00-12.00'an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li rojhilat û rojavayê başûrê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê. Çeteyan saet 14.30'an de jî bi çekên giran êrîş birin gundê Kadriyê ya dikeve rojhilatê bendava Tişrînê.

2’yê Gulanê saet 17.00-19.00'an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin li ser bajarokê Şêxler ê giredayî Kobanê.”