Li Erzînganê li hember polîsan çalakiya bi roketan

Li hember Nuqteya Kontrola Polîsan a Akyazi ya li ser rêya Erzîngan-Erziromê çalakiyekî bi roketan hate lidarxistin.

Li gorî agahiyên hatin girtin; li hember wesayîtekî polîsan a li Nuqteya Kontrolê ya Polîsan a Akyaziyê bi çekên lûle dirêj gûle hate reşandin, piştre jî çalakiyekî bi roketan hate lidarxistin. Hat diyarkirin kesên ku çalakî li dar xistine bi wesayîtekê ji herêma şer dûr ketine, li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.

Di bûyerê de wesayîta polîsan bêkêr bûye, li gorî daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Erzînganê ve hate dayîn, ti kuştî û birîndar nîne.