Li Erxeniyê berxwedana fedayî: 7 tîmên taybet hatin kuştin

HPG'ê encamên şerê 21'ê Tîrmehê yê li Erxeniyê eşkere kir. HPG'ê diyar kir, gerîlayê bi navê Mahîr Amed ê li Erxeniyê bi rengekî fedayî li ber xwe daye, herî kêm 7 tîmên taybet kuştiye û 5 jî birîndar kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla daxuayniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mezinahiya ruhê berxwedanê yê tevgera PKK'ê, vediguhere çalakiya bi heybet a şervanên bi bi rêbaza berxwedana fedayî bi ser dijmin ve dimeşe û dijmin ji hev dixe. Hevalê me Mahîr ê ev mezinahiya vînê li Amedê nîşan da, mîrateya ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê dewr girt, bi rengekî fedayî bi ser dijmin ve meşiya û derbên giran li dijmin xist."

HPG'ê li ser şerê 21'ê Tîrmehê yê li Erxeniyê ev agahî da: "Roja 21'ê Tîrmehê saet di 22:00 de, hevalekî me ji bo wezîfeyekê li taxa Fevzî Çakmak a li navenda Amed Erxeniyê li malekê bû. Dijmin xwest bavêje ser vê malê. Li ser vê yekê, hevalê me Mahîr Amed li hemberî polîsên POH şer kir. Di vî şerî de 3 polîsên POH hatin kuştin. Piştî vê derba giran, gelek polîs û leşkerên POH û JOH hatin cihê bûyerê. Şerê li vê derê heta danê sibehê saet di 08:30 dewam kir. Di heman demê de 4 leşkerên JOH'ê jî hat kuştin. Hevrêyê me Mahîr Amed, ku heta serê sibehê şer kir, piştî ku cebilxaneya wî qetiya, pîmê bombeya xwe kişand û bi rengekî fedayî ket nava polîsên POH. Ji polîs û leşkerên JOH û POH ên şoq bûn, gelek kuştî çêbûn û 5 endamên POH'ê birîndar bûn. Hevrêyê em Mahîr Amed, di encama vê çalakiya xwe ya bi ruhê fedayî pêk anî, şehîd bû."

LI ŞEMZÎNANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî dewam kir:

"Hêzên me di 23'ê Tîrmehê saet di 09:00 de, ji du baskan ve li qereqola Durê ya li qada Şemzînan a Colemêrgê xistin. Baskê yekemîn ê çalakiyê çeperên li hundirê qereqolê hedef girt û di encama derbên xurt de 3 leşker hatin kuştin. Baskê din ê çalakiyê jî li maşîneke zirxî ay bi tîpa Kobra xist. Piştî çalakiyê, qereqola Durê bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKIYA GERÎLA

Roja 23'ê Tîrmehê saet di 06:30 de, hêzên me li hemberî qereqola Guzêkurkê ya li Şirnexê çalakiyek pêk anîn. Bi çekên giran û ferdî li qereqolê hat xistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkrin. Li dû çalakiyê qereqolê gule li derdorê reşand û ji ber vê yekê şewat derket. Şewata li vê herêmê hê dewam dike.

LI QELQELÎ Û KEBANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Roja 23'ê Tîrmehê saet di 11:00 de, hêzên me li hemberî treneke bar a dewleta TC, li navçeya Qelqelî ya Wanê çalakiya sabotajê pêk anîn û di encamê de tren hat îmhakirin. Piştî çalakiyê, artêşa Tirk dest bi operasyonê kir.

23'ê Tîrmehê, gerîlayên me li hemberî xeteke ceyranê ya ji bendava Kebanê ya li navbera Elezîz-Dersîmê diçe Azerbaycanê çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encamê de ev xet bi temamî hat îmhakirin.

DU WESAYÎT HATIN DESTESERKIRIN

Hêzên me di 22'ê Tîrmehê de, dest danîn ser du wesayîtên fîrmaneke li qereqola Çanbûlak a Dersîmê karê sondajê dikir. Karkerên ji fîrmaya Benlî Muhendîslîk re dixebitin jî hatin hişyarkirin."

NASNAMEYA GERÎLAYÊ LI ERXENIYÊ JIYANA XWE JI DEST DA

HPG'ê li ser nasnameya gerîlayê li Erxeniyê jiyana xwe ji dest da ev agahî da:

Nasnav: Mahîr Amed
Nav paşnav: Menderes Yildiz
Cihê ji dayikbûnê: Erxenî
Dayik-Bav: -
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Tîrmeha 2016 / Amed"