Hevşaredara Erdîşê Dîba keskîn, Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Sevval Çadirci û Endama Meclîsa Şaredariyê Guler Avci yên duh li navçeya Wan Erdîşê heman piştî ragihandina xwerêveberiyê hatin binçavkirin, hînê li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê tên ragirtin. Ji duh êvarê ve gel li ber avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê disekine. Dikandarên navçeyê jî îro dikanên xwe venekirin.
Xebatkarên Şaredariya Erdîşê jî nerazîbûn nîşanî vê êrîşa li hemberî daxwazên demokratîk ên gel dan û bi armanca şermezarkirinê, neçûn ser kar. Ajokarên şaredariyê danê sibehê kontakên wesayîtan girtin û diyar kirin ku binçavkirina hevşaredara wan neheqî ye.