Li Êlihê 24 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Êlihê ji 36 siyasetmedarên Kurd ên 21’ê Îlonê hatibûn binçavkirin, 24 hatin girtin.

36 kesên ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 21’ê Îlonê li navçeyên Hezo û Sasonê yên Êlihê bi hinceta ku “di komîsyonên îqnayê yên hilbijartinên 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de cih girtine” di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, derketin pêşberî daraza Tirk. 36 kesên ku îfade dan Hakimtiya Sûlh Ceza ya Sasonê, bi îdîayên “Endamên rêxistinê ne” û “alîkarî dane rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Ji 36 kesên ku derketin pêşberî hakimên Tirk, 24 hatin girtin, 12 kes jî bi şertên venêrîna edlî û qedexeya derveyî welêt hatin berdan. Navê 24 kesên ku hatine girtin wiha ne; “Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Candemîr, Yuksel Kavak, Hevşaredarê berê yê Êlihê Nejdet Atalay, Salîhe Karasû, Meryem Işik, Melîke Altan, Nazîme Avci, Leyla Onûk, Mûtezzem Oztekîn, Cengîz Oter, Huseyîn Akman, Fadîme Demîroglû, Ayhan Ataş, Mûhlîs Baltaş, Îshak Dûrmaz, Ziyadîn Hamarat, Mehmet Şerîf Yildirim, Diyadîn Boral, Tayîp Abîk, Nevzat Ekîncî, Ahmet Onar, Bişar Onar, Mehmet Yildiz û Bîrgul Yosûn”

24 kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.

Kesên bi navê Abdûlkerîm Kaya, Gurgun Kalkan, Şukru Akici, Servet Avci, Abdûlselam Atmaca, Alî Toftik, Selahattîn Konûk, salîh Erez, Ahmet Bozkûrt, Mahfûz Kavak, Metîn Demîroglû û Mehmet Nezîr Bariş jî bi şertên  venêrîna edlî û qedexeya derveyî welêt hatin berdan.

Domahiya binçavkirinê, siyasetmedarên Kurd bi êşkenceya kelepçeyê hatin êşkencekirin.