Li Elbakê dijî Midûryeta Emniyetê û Fermandariya Jendermeyan a navçeyê çalakî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li dijî miduryeta enmiyet û Fermandariya Jendermenayan a navçeyê ya girêdayî naçeya Elbak a Wanê çalakî li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, çalakî di çarçoveya hemleya şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de pêk hatiye. Gerîlayên HPG’ê 23’ê Îlonê di saet 11:30’an de li dijî komek leşkerên ku li Girê Guvenlik ê devera Herkî a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemrêgê bi çekên navîn û ferdî çalakiyek li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, bi daxuyaniyekî nivîskî têkildarî çalakiyên gerîlayan ev agahî parvekir:

“23’ê Îlonê di saet 11:30’an de dema ku komek leşker li Girê Guvenlik ê li devera Herkî ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemrêgê kom dibûn gerîlayên me bi çekên navîn û ferdî çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Dîsa bi awayekî xurt li kon û çeperên li gir hatin xistin.

23’ê Îlonê saet di navbera 19:23:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk herêmên Mêrgezerê û Oremar ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bomberdûman kirin. Her wiha artêşa TV herêma Mêrgezerê bi obus û hewana jî bombe kirin. 24’ê Îlonê (îro) saet 07:00’an de artêşa Tirk bi alîkariya helîkopterên Skorsky li devera Binsulê ya girêdayî herêma Mêrgezerê leşker danîne herêmê û operasyon dane destpêkirin. Operasyon hê jî dewam dike; dema ku têkildarî operasyonê agahî hatin em ê bi raya giştî re parve bikin.

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ

23’yê Îlonê hêzên me li dijî yekîneyek leşkerî ya li girê Şerefiye ya girêdayî Şirnexê çalakiyek li dar xist û leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

LI DIJÎ MIDÛRYETA EMNIYETÊ YA ELBAKÊ ÇALAKÎ

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de; 23’yê Îlonê saet 17.30’an hêzên me li dijî Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Elbak a Wanê û Midûriyeta Emniyetê çalakî li dar xistin. Di çalakiya fermandariya jendermeyan de; çepera çeka A-4 û wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî hatin hedefkirin. Di encama lêdanên bi bandor de çepera A-4 îmha bû, 2 leşkerên tê de jî hatin kuştin. Di encama çalakiya li ser wesayîta Kîrpî de jî wesayît li gel 3 leşkerên tê de îmha bû. Li vir avahiya qereqolê jî bi çeka RPG-7 hate hedefkirin.

Hêzên me bi awayekî hemwext berê xwe dan polîsên ku li derdora midûriyeta emniyetê bûn. Di vê çalakiyê de hejmara polîsên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên di demên dawî de şehîd bûne hatine lidarxistin.

21’ê Îlonê artêşa TC li qada gundê Oranis a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê operasyonek daye destpêkirin. Artêşa TC heman demê li gundên derdor jî qedexeya kolanan îlan kiriye. Di operasyonê de helîkopterek bi tîpa Skorsky li girekî gundê Kêrtwanê leşker danîn. 22’yê Îlonê danê sibehê daketin derbenda Çorsin û bi tevlîbûna cerdevanan ve avêtine ser gundên Kêrtwan û Pancasê. Di serdegirtina gundê Kêrtwanê de kesekî ji gel hate binçavkirin. Dîsa wesayîtên zirxî derbenda Hobê girtin û ketin-derketin li gel qedexe kirin. Ev operasyon êvara 22’yê Îlonê bêencam vekişiyaye.

SERERASTKIRINA NASNAMEYA ŞEHÎDÊ KU HATIYE ÎLANKIRIN

Meha Tîrmehê li şûna hevalê xwe Rustem Cûdî yê di êrîşên artêşa TC de şehîd bû, me bi xeletî nasnameya hevalê xwe Rustem Serhat (Selamî Bîlîcî) ragihandibû. Ji ber vê xeletiyê me hevalê xwe Rustem Serhat îlan kiribû. Ji ber vê şaşîtiyê em ji malbata xwe ya bi nirx a Bîlîcî û gelê xwe lêborînê dixwazin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

 Nasnav: Rustem Cûdî

Nav û Paşnav: Polat Serîndere

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik û Bav: Nebahat - Tacettîn

Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Tîrmeha 2016’an / Colemêrg”

 

...