Li Efrînê tabûra duyemîn hate avakirin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), tabûra duyemîn a ji 235 şervanên ji pêkhateya Ereb û Kurd pêk tê ava kir.

Dewreya perwerde ya Şehîd Şiyar Efrîn ku 235 şervan tevlî bibûn du mehan berdewam kir, bi merasîmekê bi dawî bû.

Di merasîmê de fermandar û şervanên YPJ/YPG`ê amade bûn.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Fermandarê YPG`ê Masûm Rodî di merasîmê de axivî û avakirina tabûrê li şervanên ku dewreya xwe ya perwerde bi dawî kirin, pîroz kir.

Rodî di berdewamiya gotinên xwe bal kişand ser erka YPG`ê û got:ʺ Erka YPG`ê parastina herêmê ye û her şervanekî soz daye hevalên xwe yên şehîd ku hetanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê, têbikoş in.ʺ

Di berdewamiya merasîmê de endamê Fermandariya Giştî ya YPG`ê Mehmûd Berxwedan jî axivî. Berxwedan di nava gotinên xwe de anî ziman ku êrîş li ser herêmê dijwar e û divê hemû ciwanên herêmê xwe ji parastina herêma berpirsyar bibînin.

Piştî ku axavtin bi dawî bûn şervanên ku tevlî dewreya perwerde bûne soza xwe dan.

Merasîm bi gernadina govendê ve bi dawî bû.