Li Efrînê pevçûna bi çeteyên El-Nûsra re careke din destpê kir

Li Efrînê hewldanên çeteyên El-Nûsra yên provokasyonan ku didomin careke din pevçûnê destpê kir.

Li Efrînê hewldanên çeteyên El-Nûsra yên provokasyonan ku didomin careke din pevçûnê destpê kir.

Li gor ANHA’yê di navbera çeteyên El-Nûsra yên li ser rêya Kampa Atme ya Efrînê ne û şervanên YPG’ê de pevçûn derket.

Îro saet nêzî 16.00’an li gundê Dêwanê yê hema li beramberî kampa Atmê ya Cindirêsê ya girêdayî Efrînê çeteyên El-Nûsra gel gulebaran kirin. Ji ber gulebaran çeteyan nesekinî hêzên YPG’ê çeperên çeteyên El-Nûsra dan ber guleyan. Li ser vê yekê bi qasî saetek û nîvekê pevçûnekê rû da. Ev alozî piştî seat 22.10’an careke din vegeriya şer.

Li gor agahiyên hatine girtin şer hê berdewam dike.

Çeteyên El-Nûsra sala 2013’an careke din li heman herêmê êrîşî herêma Efrînê kiribûn, lê di encama berxwedana YPG’ê de hatibûn şkandin.