Li Duz Xurmatû êrîş bi ser Kurdan de anîn

Li Duz Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê di vê roja dawî de bi çekên otomatîk êrîş birin ser malên 2 welatiyên Kurd.

Têkildarî mijarê Rêveberê Çepemeniyê yê Qeymeqamiyê Mihemed Faîq got di nav 24 saetan de li dijî Kurdan 2 êrîş pêk hatine û got ew lêdikolin bê ka di nav êrîşan de têkiliyek heye yan na.
Faîq got: ‘’Komeke êrîşkar ku me hê nasnameya wan diyar nekiriye, bi otomobîleke bi markaya opelê li kolana komarê bi çekên otomotaîk êrîş birine ser mala welatîyekî Kurd ê bi navê Seyîd Elî Şêxanî. Kesek nemiriye lê ziyana madî çêbûye.

Di heman demê de, dîsa li kolana komarê bi ser mala Kurdekî de yê bi navê Xurşîd Tahir Şêxanî de bi wesayiteke BMW’yê êrîşkaran gule reşandine û reviyane. Di herdu êrîşan de kesek nehatiye kuştin.’’

Hate ragihandin êrîşên bi ser Kurdan de têne lêkolîn û hewl tê dayin ku êrîşkar werin dîtin.