Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran şêniyên bajarên Serêkaniyê, Til Temir, Diribêsiyê, Hesekê û Zirganê, li pêşiya navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava, li hev kom bûn. Welatiyan wêneyên cangoriyên azadiyê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hilgirtin. Şêniyan her wiha pankartên bi nivîsa "Azadiya Rêber Apo, azadiya gelan e", "Azadî û Tenduristiya Rêber Apo, azadî û tenduristiya me ye" vekirin.
Meşvan li nava kolanên sereke yên bajêr geriyan û dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina Şoreşa Rojava qîriyan.
Piştî ku meşvan gihişt Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê, meş veguherî mîtîngê. Li vir Hevserokê Meclîsa TEV-DEM'ê Xelîl Osman û Endama Kongreya Star Bedîe Erebo axivîn. Qisekeran xwestin Ocalan azad bibe û gotin, "Azadiya Ocalan azadiay tevahiya gelên Rojhilata Navîn e."
Meş û mîtîng bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.