NÛ BÛ III

Li Dîlokê teqîneke dijwar rû da

Li cihekî nêzî Walîtiya Dîlokê û Midûriyeta Emniyetê teqîneke gelekî dijwar rû da. Gelek ambûlans sewqî cihê teqînê hatin kirin.

Li cihekî nêzî Walîtiya Dîlokê û Midûriyeta Emniyetê teqîneke gelekî dijwar rû da. Teqîn ewçend dijwar bû, ku hemû bajar pê hesiya. Gelek ambûlans û polîs sewqî herêmê hatin kirin.

Hat ragihandin, teqîn bi wesayîteke bombebarkirî li ber deriyê bingehîn ê avahiya Midûriyeta Emniyetê pêk hatiye. Şahidên bûyerê dan xuyakirin, ku heman piştî teqînê şer derketiye û gelek polîs û ambûlansan rakirine nexweşxaneyan.

Waliyê Tirk ê li Dîlokê Alî Yerlîkaya jî daxuyaniyek da û diyar kir, di teqînê de 2 polîs mirine 18 jê polîs, 23 kes birîndar bûne.