Li Dersîmê YPS’ê li dijî çeteyên Qesrê çalakî li dar xist

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku 23’yê Tîrmehê yekîneyên YPS/YPS-JIN’ê li dijî nuqteya kontrolê ya li avahiya edliyeyê ya li Taxa Mûnzûr a girêdayî navenda Dersîmê çalakî li dar xist.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, têkîldarî çalakiyên li Mêrdîn, Dersîm û Wanê ev agahî parve kirin: “Li Mêrdînê 24’ê Tîrmehê piştî nîvro yekîneyên me yên li Mehsertê ya Mêrdînê rêya Mehsertê-Omerya xistin bin kontrola xwe. Li vir kontrola nasnameyan kirin. Rê hê di kontrola yekîneyên me de ye.

LI DERSÎMÊ LI DIJÎ ÇETEYÊN QESRÊ ÇALAKÎ

23’yê Tîrmehê yekîneyên me li dijî nuqteya kontrolê ya ku polîsên tîmên taybet û têkoşîna bi terorê re li ber edliyeya kevn a li Taxa Mûnzûr a girêdayî navenda Dersîmê danîbûn, çalakî li dar xistin. Li vê nuqteyê 2 Akrep, 1 Kobra û Rangerek sivîl hebûn. Yekîneyên me ji 3 baskan ve ev kirin hedef û lê dan. Li vê nuqteyê deriyê Akrebê vekirîbû û dema polîs li derdor kom bibûn, yekîneyên me ji 50 metreyan bi roketan lê dan. Piştî roket li hundirê wesayîta Akrep ket, ev wesayît bi temamî îmha bû. Akrepa din jî ji 50 metreyan hate hedefkirin. Ev wesayît jî îmha bû. Wesayîta Kobra jî hate derbkirin.

Baskê din bi roketan û çekên ferdî ve li kulubeya polîsan a li ser rê dan. Ev kulube bi temamî rûxiya.

Dema yekîneyên me hewl dan biçin ser cenazeyên dijmin, ji ber wesayîtek zirxî ya Kobra bi temamî îmha nebibû û mudaxele kir, yekîneyên me neçûn ser. Yekîneyên me bi çekên ferdî û bombeyên dest li vê wesayîta kobra dan. Li vir bi zelalî 10 polîsên tîmên taybet mirin û gelek jî birîndar hene, lê hejmar nehate zelalkirin.

Dema vê çalakiyê de ji Alaya Tîmên Taybet a Jendermeyan a Gazîkê hewldana destwerdanê çêbû. Li vir şerekî demkurt qewimî.

Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo hate lidarxistin. Piştî çalakiyê, çeteyên Qesrê bi ser taxên Alîbaba û Dag girtin.

LI WANÊ ŞER

6’ê Tîrmehê yekîneyek me ya ji 5 kesan pêk dihat, dema li nêzî Nalaroyê çibû wezîfeyê şer qewimî. Ji danê sibehê saat 03.00’an heta saet 08.00’an şer dom kir. Di vî şerî de 5 endamên me gihiştin şehadetê. Navên endamên me yên şehîd ketine wiha ne:

Mahîr Tekman / Tarhan Akdag / Tekman

Mehmet Mijînî / Mehmet Batibey / Şirnex

Xwînda Mervan Cûdî /Esma Korkûnç / Şirnex

Hîzan Garzan / Esma Îlbars / Stenbol

Şerzan Qandîl / Mehmet Gîçer / Şirnex

23’yê Tîrmehê danê êvarî saet 10.30’an li Taxa Şehîd Firat a navçeya Artemêtê ya Wanê, yekîneyên me li dijî wesayîtek zirxî ya Akrep çalakiya sabotajê li dar xistin. Akrepê derb xwar. Hejmara çeteyên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.”