Li Dersîm û Antalyayê ji 30’î zêdetir binçavî

Li Dersîm û Antalyayê ji 30’î zêdetir kes xistin binçavan

Rejîma AKP’ê, piştî Newrozê dîsa dest bi qirkirinên siyasî kir. Tê dîtin, her ku referandûm nêz dibe operasyonên xwe jî zêdetir dikin. Li Dersîmê di serdegirtina malan de 11 kes, li Antalyayê jî piştî pîrozbahiya Newrozê 20 kes xistin bin çavan.

DERSÎM

Li Dersîmê di destê sibehê de girtin ser gelek malan. Di operasyonê de Derhênerê Weşanê yê Giştî yê Radyo Mûnzûrê Mehmet Çagri, rêveberên bajêr ên DBP’ê Ûfûk Sunger û Yaşar Ateş, esnaf Alî Ulfer, Ayhan Çelîk, Serokê MEYADER’ê ya ku bi Biryarnameyên di hukmê Qanûn de hatibû girtin Hayrettîn Baba, Alîkarê Hevşaredar Îbrahîm Kasûn ê ku peywira wî ya şaredariyê hatibû betal kirin, xebatkarên şaredariyê Berna Çelebî, Nazli Çelîk, Ayten Kordû û Bedrî Akyol hatin binçav kirin.

Hat hîn bûn ku, li nava mala Alîkarê Hevşaredar Huseyn Tûnç û sê kesên din jî geriyane. 

11 kes birin Gerînendehiya Emniyetê.

ANTALYA

Li Antalyayê gel bi keviran bersiv da polîsên ku erîşî pîrozbahiyê Newrozê kiribûn. Piştî pevçûnê 20 kes xistin bin çavan. Ev kesên ku hatin binçav kirin, birin Qerekola Halê ya Gerînendetiya Emnîyetê ya Kepezê.