BI DÎMEN

Li Dêrikê polîsên Tirk dest bi êrîşên giran kirin

Li Dêrikê, polîsên Tirk danê sibehê dest bi êrîşên giran kirin. Bi destpêkirina êrîşan re gelek ambûlansan berê xwe dan taxên êrîş lê tên kirin.

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, di roja 6. a qedexeya derketina derve de hêzên dewletê danê sibehê, li hemberî taxên Kale, Cevîzpinar, Dag û hemû taxên xwerêveberî lê hatiye ragihandin, dest bi êrîşên dijwar kirin.

Hêzên dewletê yên ku bi bombeavêj, doçka û ji maşînên zirxî guleyan li taxan direşînin, êrîşên xwe di vê kêliyê de jî didomînin.

Bi destpêkirina êrîşan re hejmareke zêde ambûlansan berê xwe dan taxên rastî êrîşan tê. Fikar hene ku mirovan jiyana xwe ji dest dabin û birîndar bûbin. Der barê êrîşan de agahiyên berfireh bi dest neketin.