Li Dêrikê bi hezaran Kurdî xwest ku CPT demildest biçe Îmraliyê
Bi meşek girseyî ya li bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê, bang hate kirin ku CPT bi lezginî biçe Îmraliyê û serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.
Bi meşek girseyî ya li bajarê Dêrikê ya Kantona Cizîrê, bang hate kirin ku CPT bi lezginî biçe Îmraliyê û serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.
Ji 5’ê Nîsanê û vir ve bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ti hevdîtin pêk nayên, piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê jî sepanînên destpêkê li Îmraliyê rû dan, ji ber vê yekê jî fikarên gelê Kurd û gelên li Rojava têkîldarî şertên tenduristî û ewlehiya Ocalan zêde bûn.
Li bajarê Dêrikê yê Rojava bi meşek girseyî ve ji raya giştî ya navnetweyî hestiyarî hate xwestin, bang li CPT’ê jî hate kirin ku bi bayê lezê biçe Îmraliyê û têkîldarî rewşa Ocalan agahiyên zelal bide.
Bi hezaran kesên ku ji kampa Newrozê ya penaberên Êzîdî yên li bajarên Tirbesipî, Girkê Legê, û Derîk ên Kantona Cizîrê dimînin li hev kom bûn, li Qada Azadiyê ya Dêrikê bi dirûşmeyan heta Qada Şehîdan meşiyan. Girseya bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bi Can Bi Xwîn Em Bi Te Re Ne Ey Serok”, “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” heta Qada Şehîdan meşiya, piraniya xwe ji jinan pêk dihat.
Ewlehiya girseyê ji hêla Hêzên Asayîşê, Aşayişa Jinê, hêzên HPC û HPJ’ê hate kirin. Girse saet 18.30’an li Qadê kom bû û destpêkê Ji Konseya Karên Hundir Kenan Berekat axivî.
‘WÊ FEDERASYON PRAKTÎZE BIBE Û PROJEYÊN RÊBERTÎ BI SER BIKEVE’
Berekat di destpêka axaftina xwe de got, “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya Gelê Kurd e”. Beraketa bal kişand ser girêdana navbera şehîdên şoreşê û Rêberê Gelê Kurd, di şexsê Hisên Çawîş ê 19’ê Tîrmehê li Dêrikê şehîd ket, tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anî. Ekrem Berekat têkîldarî girîngiya ku Rêberê Gelê Kurd dide jinan û nirxên ku afirendine axivî, got; “Azadiya Rêbertiyê azadiya jinê ye jî.”
Berekat, bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kurdan, tevahî gelan û jinan jiyanek azad amade kiriye, wiha dom kir: “Wezîfeya me ew e ku em Rêbertî ji wê zindanê derxin û azad bikin. Bi felsefeya neteweya demokratîk a Rêbertî ve Şoreşa Rojava pêş ket. Rêbertî got divê Kurd, Asûrî, Ereb, Suryan li ser esasê xwişk û biratiya gelan bên gel hev û li ser vî esasî jî Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk pêş ketin. Îro jî ji bo praktîzekirina Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriye-Rojava, pêngava Minbicê didome û wê bê azadkirin. Wê projeyên Rêbertî bi ser bikevin.”
Piştî Berekat, li ser navê Rêveberiya Kongre Star a Kantona Cizîrê Pervîn Mûhammed Emîn axivî. Emîn anî ziman ku Şoreşa Rojava gav bi gav serkeftin û destkeftî anîn, diyar kir ku ev jî bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye.
‘PÊWÎST E HEYETEK SERBIXWE BI BAYÊ LEZÊ BIÇE ÎMRALIYÊ’
Pervîn Muhammed Emîn got ji Rojava bang li tevahî cîhanê dikin û wiha pê de çû: “Darbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê hewla wê hate dayîn lîstikek mezin a Erdogan bû. Em dixwazin ku cîhan çavên xwe negire û hişyar be. Rêbertiya me ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên herêmê, ji bo tevahî gel û jinên cîhanê ev felsefeya azadiyê pêş xist. Ev hewldana darbeya Erdogan li dijî demokrasiyê jî darbeyek pêş ket. DAÎŞ derxist kolanan. Em nizanin ku rewşa Rêbertiya me çi ye. Ji bo vê jî em wek gelên Rojava derketine qadan û bang li tevahî cîhanê, dezgehên mafên mirovn, her kesî û bi taybet jî CPT’ê dikin ku eger tiştek bi Rêbertiya me were hûn berpirs in. Divê di demek herî kurt de heyetek serbixwe biçe Îmraliyê û rewşa Rêbertiya me zelal bike û daxuyaniyekê bide.
Herî dawî jî endamê Meclîsa Damezirîner a Êzîdiyên Şengalê Kasim Şengalî axivî, got: “Em ê hemû li gor felsefe û nêrînên Rêber Apo tevbigerin. Ji berk u felsefeya Rêbertiyê felsefeya rizgariya hemû gelên bindest e. Ez Kurdan dawetî yekîtiyê dikin ku Kongreya xwe ya Neteweyî pêk bînin û Rêbertiyê azad bikin.”
Piştî axaftina Şengalî, çalakî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.