Li Depê yên ku hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin

Li Depê yên ku di 29’ê Îlonê de hatinbûn binçavkirin û ji 13 kesên ku di nav de hevşaredarên Depê Bûrhan Kocaman û Cennet Ayik jî heye, sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Li navçeya Depê ya Xarpêtê di 29'ê îlonê de ji 13 kesên ku di nav de ku Hevşaredarên Depê hebûn di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên emniyetê derxistin dozgeriya Depê. Navê kesên binçavkirî ev in: Hevşaredarên Depê Bûrhan Kocaman û Cennet Ayîk, xebatkarên şaredariyê Selamî Erdogan, Adnan Parlakyildiz, Şemsetîn Akbûlût, Îlhan Sorgûcû, Selahatîn Guvercîn, Mahmût Yaşar, Bekîr Gun, Kader Guntekîn, Nezîhe Erdogan, Bahatîn Çîçek û kesek navê wî ne hate hînbûn.

Xizmên kesên binçavkirî jî li ber dozgeriya Depê li hev kom bûn.