Li Dara Hênê çalakiya li dijî emniyetê, lojmanên polîsan û avahiya qeymeqamtiyê

Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, li dijî avahiya qeymeqamtiyê, midûriyeta emniyetê û lojmanên polîsan çalakiyek hat lidarxistin. Tê gotin, ji ber çalakiyê gelek polîs mirin e û birîndar bûne.

Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, li dijî avahiya qeymeqamtiyê, midûriyeta emniyetê û lojmanên polîsan duh bi şev çalakiyeke hemwext hat lidarxistin. Çalakî bi çekên giran hat kirin û li pey hev teqînên dijwar rû dan.

Li navçeyê elektrîk hat birîn û polîsên Tirk bi maşînên zirxî li nava navçeyê geriyan û anonsa "kes dernekeve derve" kirin.

Di êrîşê de Qeymeqamê Tirk ê li Dara Hênê Abdullah Koklu birÎndar bû û bi ambûlansê rakrin Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya li Çewlikê.

Tê gotin ji ber şer gelek polîs mirin e û birîndar bûne.