BI DÎMEN

Li Daqûqê pîrozbahiya 27’ê Mijdarê

Li navçeya Daqûq a Kerkukê gel, gerîla û pêşmergeyan bi hev re 37. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Li navçeya Daqûq a Kerkukê gel, gerîla û pêşmergeyan bi hev re 37. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Duh li navçeya Daqûq a Kerkukê, bi tevlîbûna gelê navçeyê, gerîla û pêşmergeyan 37. salvegera damezrandina PKK’ê bi coşeke mezin pîroz kirin.

Pîrozbahiya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurd bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi axaftina ji Fermandarên HPG’ê Aso berdewam kir. Aso, 27’ê Mijdarê salvegera damezirandina PKK’ê li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz kir. Fermandarê HPG’ê Aso  got: “Îro li Başûrê Kurdistanê ji ber em salvegera damezirandina PKK’ê bi gelê xwe, hêzên gerîla û pêşmergeyan re pîroz dikin em pir kêfxweş in. Ev, ji bo gelê Kurdistanê pir watedar e û careke din îspat dike ku PKK’e ji bo yekîtiya Kurdistanê têdikoşe. PKK’ê tevgerek serhildanê ya ku tevahî serhildanên Kurdistanê di nav xwe de dihewîne ye. Encama serhildan û raperînên her çar parçeyê Kurdistanê ye. Û di heman demê de tevgerek sosyalîst a ku ji bo tevahî gelê Kurdistan û cîhanê têdikoşe ye.”

Piştî axaftinê bi stranên Koma Berçem, Koma Karwan Gabar û Heftexariyê Goran gel, gerîla û pêşmergeyan govend gerandin. Pîrozbahî bi dirûşmên, “Bijî Kurd û Kurdistan”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.