BI DÎMEN

Li Danîmarkayê meşa dirêj bi dawî bû

Kurdên ku meşa dirêj a ji bo salvegera komploya navneteweyî ya li Danîmarkayê dabûn destpêkirin îro bi mîtîngekê bi dawî bû.

Li Danîmarkayê meşa li dijî komploya 15’ê Sibatê vê sibehê saet 10:00’an destpê kir. Beşdarbûna jinan a zêde ya meşê bal kişand ser xwe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku bi komployek navneteweyî şandin Tirkiyeyê, li Danîmarkayê bi meşek du rojan hat protestokirin û şermezarkirin.

Çalakvanên ji Stasyona Glostrûpê saet 10:00’an dest bi meşê kirin, saet 13:00’an bi girseya li Vesrerbro Torvê re bûn yek û ji vir heta Radshûspladsenê meşiyan û ji vir bi mîtîngekê dawî li çalakiya xwe anîn.

Mîtînga li qada şaredariya Kopenhangê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî xwendina danezana çapemeniyê ya li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê, Komîteya Piştgiriya Em Girtiyên Siyasî Li Danîmarkayê Naxwazin Annette Mork axivî û tecrîda Tirkiye ya li hember Ocalan didin meşandin şermezar kir. Mork xuya kir ku divê bi lezgînî Danîmarka û cîhan bêdengbûna xwe ya li hember qetlîamên li Kurdistanê bi dawî bikin.

Piştre koma Danîmarkayî ya bi navê “Niha dema aşitiyê ye” Gerd axivî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê lenet kir.

Herî dawî jî li ser navê Yekîtiya Nîstîmanî Kurdistan (YNK) Hewre axivî û esaret û tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û êrîşên terora dewleta Tirk a li ser gelê Bakurê Kurdistanê jî protesto kir.