Li Colemêrgê tenê 3 doktorên zarokan hene

Serokê sendîkaya SES'ê Şaxê Amedê Remzî Ozer diyar kir ku li nexweşxaneya li Colemêrgê tenê 3 doktorên zarokan hene.

Serokê Şaxê Colemêrgê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Remzî Ozer diyar kir ku dema dawî li zarok û pitikan nexweşiyên şewbê zêde bûne, hejmara mirovên ku serî li polîklînîka zarokan didin gelekî zêde bûye, lê belê tîma tenduristiyê têrê nake.

Li Wan û Colemêgrê demên dawî ji ber zêdebûna nexweşiyên şewbê li nava zarokan, barê li polîklînîk û servîsên lezgîn ên nexweşxaneyan giran dibe.

Mehên dawî nêzî 50 doktorî îstifa ikrin. Doktorên nû jî nehatin tayînkirin.

Serokê Şaxê Colemêrgê yê SES'ê Remzî Ozer anî ziman ku hejmara serlêdana li polîklînîka zarokan gelekî zêde ye.

Ozer ragihand ku li gel zêdebûna nexweşan jî doktorên zarokan gelekî kêm e û diyar kir ku li cihekî weke Colemêrgê tenê 3 pisporên tenduristiya zarokan hene.

Ozer anî ziman ku hejmareke zêde nexweş bi para doktorekî dikeve û got, "Rojane her doktor zêdeyî 100 nexweşî muayene dike. Ji ber ku randevû jî li ser sîstemê mehane tê kirin, wergirtina randevûyan jî bi mehan dewam dike. Mînak eger niha randevûyekê bixwazim piştî 20-25 rojan dikarim werbigirim. Ji ber şert û mercên şewbê jî karkirina bi randevûyan dibe sedem ku hin nexweş mexdûr bibin. Her wiha nexweşiyên şewbê yên il nava pitik û zarokan jî li vê demê zêde bûn."